Gur an gurg an jî gurê boz (Canis lupus), cureyekî di famîleya kûçikan (Canidae) de ye.
Bi pirranî li bakurê Amerîka, Ewropa û Asyayê dijîn. Li cihên darî, hezekî û asê dijîn.
Gur hinekê ji kûçîk mezintir e. Bi roj xwe vedişêre û bi şevî derdikeve nêçîrê. Bi zivistanan û dema pirr birçî dibin wekî kom derdikevin nêçîrê. Bi qasî 15-20 salan dijîn. Bi qasî 35-90 kg giraniya wan hene û ji 50 cm heya 120 cm dirêj in. Li şikeftên kûr û asê yan jî di qulên de li bin erdê radikevin.
Di nava guran de têkiliyên taybet hene. Mê û nêr heya dawiya temenê xwe bi hev re dijîn û hevûdu diparêzin. Lê di nava komê de hevgirtin nîne.
Gur bi zûrîna xwe tên nasîn. 6 cureyên zûrîna gur hene. Her yek ji wan tê wateyekê. Gur bi mîza xwe tixûbên nêçîra xwe kivşe dikin. Dema gureke biyan kete tixûbekê hemî bi hev re gef lê dikin.
Pirranî di meha gulanê de dizên. Di yek zayînekê de 3-6 çêlik dibe. Bi canîmayîna guran 64 roj didome. Piştî zayînê mangur bi qasî 3-4 hefteyan çêlikên xwe dimêjîne û paşê bi verêşa xwe xwedîdike. Di verêşa mangurê de, xwarinên nîvcûtî hene.
Gur goştxwere ku xwarina wî ji: mih, pezkovî, bizina kovî, asik,gakoviyê sor, gakoviyê mûs, gakoviyê dûvikspî, berazê kovî, gayê misk, karîbo, beran, berxê Dal, gayê bejî, xezal, gakoviyê misk, gayê bîsonê Amerîkayê, gakoviyê qantir û hinek cureyên din çêdibin, lê gur dikanê guhandarên din bixwe wekî: rovî, kûz, kurebeşk, sihorê erdê, mişk, hamestir, marmût, mişkê zevî, kerguh û kojerên din. Gur carinan mîravî û hêkên wê jî dixwe. Çaxê ku xwarinên gur hindik û tewrende bin, qirtîş, mar, beq, beqê celbê û mêş û mûr dixwe.[3]Lê hin caran zebeş û tirîreşkan jî dixwin. Gur dema têr dixwin, goştê mayî di bin axê de vedişêrin.
Gurên xurt û wêrek pêşengiyê dikin. Êrîşî mirovan jî dikin. Di nêçîrê de gura ku birîndar dibe dibe xwarina yên din. Gur pirranî bi destê sibeyê re êrîş dibe ser pez. Gelek mirov ji guran hez nakin, lewre ziyanê dide. Li hin deveran nêçîrvaniya guran jî dikin. Ji postê gur lepik, dahol û hwd çêdikin.