Kûzeyê avî yê Ewropayê, kûzeyê avî, kûjeyê avî, segav[çavkanî pêwîst e] an kûçikê avî (Lutra lutra), cureyekî kûzeyan ku bejavok e.
Kûzeyê avî dirêj û zirav e ku laşê wî minasib e ji bo melevaniyê. Dirêjiya kûzeyê avî di navbera 57-95 cm û yê dûvikê nêzî 35-45 cm. Giraniya wî qasî 7-12 kg, lê carinan digihîje 17 kg. Rengê kûzeyê avî qehweyî li ser û krêmî li bin. Nêr ji mê dirêjtir e.
Kûzeyê avî di zivistanê cot an perîn dikin û avisya mê 60-64 roj dirêji dike. Kûzeyê mê ji 1 ta 4 cewrikan zayîn dike û nêr alîkariya wê di xwedî kirina cewrikan dike.
Kûzeyê avî bi giştî masiyan dixwe, lê carinan kûjeyê avî çûk, beq, qalikdar wekî kevjalan, meymûna avî û mêş û mûr dixwe demê ku masî kêm were dîn di demsala zivistanê.[2]
Kûzeyê avî di avê şêrîn wekî çem, gol û robaran dijî û li gelek herêmên parzemînên Ewropa, Asya û bakurê Afrîkayê tê dîtin.
Kûzeyê avî yê Ewropayê, kûzeyê avî, kûjeyê avî, segav[çavkanî pêwîst e] an kûçikê avî (Lutra lutra), cureyekî kûzeyan ku bejavok e.