Şêr (Panthera leo), cureyekî pisîkên mezin ku niha li parzemîna Afrîkayê û hinek parçeyên Hindistanê dijî.
Nava Şêr ji Proto-Aryayî û hevreha Soranî Şêr le Zazakî Şêr le Farisî Şîr le Pehlewî Şegr e.
Herwiha ihtimal e ku têkilî peyva şiyan e (rehê dema niha -şê-) anku "şêryê ku dişê/dikare/bihêz e".
Şêr ji alî pî de, yê dirêjtir e di nav famîleya pisîkan (Felidae û cinsê Panthera, lê di mezinahî de di pê piling ê tê ye. Giraniyê şêrên nêr yên mest der dorê 150–250 kg û şêrên mê bi giranî qasî 120–182 kg. Dirêjiya ser û laşê şêrên nêr 170–250 cm û şêrên mê 140–175 cm.
Şêr di çaxên berê li gelek warên parzemîna Asyayê û li Rojhilata Navîn hebû. Lakîn anika şêr bi tenê Efrîqa Navîn da hene emma lê Hindistanê hema Şêrê Îranî hene.
Di zimanê gelêrî de şêr têt wateya şahinşahî û mêranî, zîrekî, çelengî û fêrisî jî.
Wêneyê qîqên hestî yên şêrekî ku êrîşê antîlopeke Elandê dike The Museum of Osteology, Oklahoma (DYA).
Şêrê nêr yê bê pordirêj li Tsavo East National Park, Kenya.
Şêrekî li baxçeya heywanan a Melbourne (Awistralya).
Vîdeyoyekê ku tê de dêleşêr û şepalên wê xuya ne.
Vîdiyoyê şêreke mê yê kûvî.
Şêr (Panthera leo), cureyekî pisîkên mezin ku niha li parzemîna Afrîkayê û hinek parçeyên Hindistanê dijî.