Şêlim (latînî barassica napus/rutabaga) pincareke dişibe tivir, silk (pincara şekir) û sêva axê ku di bin erdê de şîn dide. Rengê wê şînê spî, an jî sorê spî ye. Pincareke girover û pehn e. Cureyên wê yên weke tiviran dirêj jî hene. Pincareke pirpel û kulîlkzer a beriqokî ye. Du cureyên wê hene, yeksalane û dusalane. Yên yeksalane ji bo xwarinê ne. Pelên wê û dikaka (ango şêlim) wê tê hilçinîn. Ya dusalane jî dihêlin sala diduwan. Kulîlkên zer ên beriqokî pêve çêdibin. Ew kulîlk 50-120 cm bilind dibin. Di nava wê kulîlkê de bizrikên wek yên keleman hene.
Welatê şêlimê bi rastî ne diyar e. Bi giştî tê bawerkirin ku welatê wê an Skandînavya an jî Rûsya ye.[1] Li Kurdistanê di bajarên Serhedê wek Erzerom, Qers, Sêwas û Mûşê ji bo bazirganiyê çandiniya wê tê kirin.[2]