Şaqavî an masîxwer (Ardeidae), famîleyek balindeyên beraviyên dirûvê keraviyan (Pelecaniformes) e ku bi jîndarên avê yên wek masî, beq û kurmikan û hwd xwedî dibin.
Bi çîq û stû drêjahiya xwe dişibitin leglegan. Li nêzî çem, golan û çiravan bi colan dijîn. Hêlînen xwe hinek ji wan li ser daran, hinek ji wan jî di nava zilan de çêdikin. Piştî çêçikên xwe mezin dikin û bi firê dixin, payizê ji nû ve koçî welatên germ dikin.
Şaqavî an masîxwer (Ardeidae), famîleyek balindeyên beraviyên dirûvê keraviyan (Pelecaniformes) e ku bi jîndarên avê yên wek masî, beq û kurmikan û hwd xwedî dibin.