Perçemka mêwexwer ya Misrê , rûviya firrinde [2] an rozeta misrî (Rousettus aegyptiacus), cureyekî perçemkên Cîhana Kevn û ji famîleya perçemkên mêwxwer (Pteropodidae) ne.
Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê li Rojhilata Navîn, rojhilata Pakistanê, bakura Hindê û li parzemîna Afrîkayê ji xeynî beybana Sahara têne dîtin.
Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê ji perçemkên dêw (Megachiroptera) biçûktir e. Dirêjiya piyalên herdu baskên perçemka mêwexwer ya Mîsrê nêzî 60 cm. Dirêjiya laşê derdorî 15 cm. Giraniya wê nêzîkî 160 g. Nêr ji mê mestir e. Rengê vê perçemkê qehweyî yê vekirî û rengê baskan qehweyî tarî ye. Çavên wê tarî yên û guhên wê mezin û tûj in. Poz an bêvila vê perçemkê dirûvê kûçikan e, ku bû sedema navlêkirina wê wek rûviyê firrinde di zimanê îngilîzî de.
Nolê gelek perçemkan, perçemka mêwexwer ya Misrê di şevê de li xwarinê xwe digere.
.
Perçemka mêwexwer ya Misrê gelek cureyên mêweyan nerm û hişk dixwe, lê bi taybetî ji xurmên bejî hez dike.
Perçemka mêwexwer ya Misrê , rûviya firrinde an rozeta misrî (Rousettus aegyptiacus), cureyekî perçemkên Cîhana Kevn û ji famîleya perçemkên mêwxwer (Pteropodidae) ne.