Şakund an kundê bor an jî kundê kor (Bubo bubo) cureyekî kundan e ji cinsê şakundan (Bubo) û ji famîleya kundan e (''Strigidae''). Şakund li çiya û deştan dihête dîtin.
Mezintirîn kund e, heta 68 cm digihê û navbera her du baskan jî dikare 174 cm bigihê. Ev kund guhbel e wek kundê şaxkidar.
Şakund çi canewerê ku li ser erdê dilebite dixwe ji kêzik, beq, masî, kevjal , mar, qirtîş, mişk, cirdon, kergoşkê kovî, rûvî, gakovî biçûk, mîravî, qirik, qaz û gelek balindeyên beravê. Şakund dikanê kundên din jî bixwe.[2],[3] û [4]
Dengê kundê bor mîna hûû-û hûû-û hûû-û dihête bihîstin.[5]
Şakund li başûrê Afrîka, Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn dijî. Rewşa parastinê şakund di bin xeterê li Ewropayê.[7]
Şakund an kundê bor an jî kundê kor (Bubo bubo) cureyekî kundan e ji cinsê şakundan (Bubo) û ji famîleya kundan e (''Strigidae''). Şakund li çiya û deştan dihête dîtin.