Meymûna avî, cirdonê çeman[2] an koypû (Myocastor coypus), cureyekî kojerên avî ku di avê şêrîn wek çem, gol û robaran dijî ne. Meymûna avî cureyekî tenê ku ji famîleya meymûnên avî (Myocastoridae) mayî ye.
Çar binecureyên meymûna avî hatine danasîn.
Meymûna avî nola cirdonekî girs e an kundûzê ( kojerekî avî ye) xuya dike bi dûvikek glover û biçûk ku qasî 30-45 cm dirêj e. Giraniya meymûna avî ya mezin qasî 5-9 kg û dirêjiya wê 40-60 cm. Rengê kurkê meymûna avî qehweyî tarî ye û rengê binekurkê gewrê vekirî ye. Pînek spî ser bêvila wê xuya dike. Meymûna avî bi lingên paşîn torre kirî ne û diranên pirtqalî mezin tê nasîn.
Meymûna avî li hinek welatên parzemînên Afrîka, Amerîkayê Başûr, Amerîkayê Bakur û Ewropayê tê dîtin. Meymûna avî di avê şêrîn wek çem, gol û robaran dijî ne.
Meymûna avî riwêk an nebatên çeman dixwe.
Meymûnek e avî li Almanya
Meymûna avî, cirdonê çeman an koypû (Myocastor coypus), cureyekî kojerên avî ku di avê şêrîn wek çem, gol û robaran dijî ne. Meymûna avî cureyekî tenê ku ji famîleya meymûnên avî (Myocastoridae) mayî ye.