Şahkobra (Ophiophagus hannah), cureyekî marên mertal e ku ew marê jehrî mezintir li ser rûyê Erdê ye.
Şahkobra li deverên Hindistanê û başûr-rojavayê Asyayê belavdibe û daristanan dijî ye.
Şahkobra, ew marê jehrî tewrê dirêj di Cîhanê, ku dirêjiya wî dighê 5,7 m[1]. Ev cureyê ku bi taybetî marên din dixwe, li gelek daristanên Hindistanê têne dîtin. Tevahiya ku navê wî kobra (cobra), lê ne ji cinsê kobra (Naja) ye. Serê şahkobra pehn û nizm e. Rengê paşiya wî qehwe-zeytûnî an reş û rengê pêşiya wî zer e.
Ji navê cinsê vî şahkobrayî de xuya dike, anku navê Ophiophagus (ophio-, mar; -phagus, -xwer) ji zimanê yewnanî hatiye, ku wateya wê "marê marxwer". Şahkobra, marê cirdon di pir caran dixwe, lê ta maregîskên (marên jehrî) din dikane bixwe.
Şahkobra bi hêkan pir dibe. Şahkobrayê mê di navbera 20- 50 hêk dike di mehên Avrêlê, Gulan an Pûşperê û piştî 60-90 rojan wan hêkan ji qalikên xwe derkevin. Di vê demê de mê hêlîna xwe dihêlî ne û çêlikên wê bi xwe xwedî dikin.[2]
Jehra şahkobra pêşî ji nîrotoksînan çêdibe, lê tê de kardiyotoksîk jî heye û hinek beşên din[3]. Dirûvê afirandiyên jehrawî yên din, hêmanên jehrî di hindur vî jehr ê bi gelemperî ji proteîn û polîpeptîdan çêdibin.
|coauthors=
ignored (|author=
suggested) (help) Şahkobra (Ophiophagus hannah), cureyekî marên mertal e ku ew marê jehrî mezintir li ser rûyê Erdê ye.