Beytika biçûk an çivîka Deryaya Mirî (Navê latînî: Passer moabiticus; Navê îngilizî: Dead Sea Sparrow), cureyekî çivîkên rast (Passer) an beytikan e.
Axilbe an bi piranî li dirrik û gezikên beravî û li nav darên fistiqan dijî.
Bi rengê xwe jî bi mezinahiya xwe jî ji beytika navgundî û yên din biçûktir e.Mezinahiya wê di navbera 12-13 cm'an de ye.
Hêlîna xwe di nava hijikan de çêdike û di derdora 4-7 hêkan dike.
Bi granî bi bizir an dendikên giyayan û bi kêzikên biçûk xwedî dibin.
Li gorî dihê qalê li gişê Kurdistanê bakur û Turkiyê tenê 500 cot ji van çûkan hene.[çavkanî pêwîst e]
Beytika biçûk an çivîka Deryaya Mirî (Navê latînî: Passer moabiticus; Navê îngilizî: Dead Sea Sparrow), cureyekî çivîkên rast (Passer) an beytikan e.