dcsimg

Xwere ( Kurdi )

tarjonnut wikipedia emerging languages

Xwere an wolverîn (Gulo), cinsekî kûzeyan e. Ji vî cinsî cureyekî tenê , xwereyê Amerîkayê (Gulo gulo) û du binecureyan hene. Xwere wek hirçên biçûk xuya dike bêtir ji kûzeyan.

Belavbûn

Xwere li herêmên bakur ji Amerîkaya Bakur, Asya û Ewropayê dijî ye.

Şayes

Xwere lawirekî qelew û bi masûlkên xurt in. Xwere bi lingên kin in, serê glover û pehn e, çavên biçûk in, guhên kin û glover û dûvikê bi pirçê niximandî ye, ku dirêjiyê wê 25-35 cm. Dirêjiya xwereyê di navbera 67-107 cm û giraniya wî 9-25 kg.[1][2][3] Xwereyê nêr ji mê girantir û girsetire.on}}.[4] Rengê kurkê xwereyê zeytî tarî ye. Kurkê xwereyê stûr û hîdrofobîk e ku alîkariya wî dijî qeramê dike. Di qûnên xwereyan toşpiyên ku bîn an bihnê pîs peyda dike hene wekî kûzeyên din. Karê van toşpiyên qûnê ew w, ku sînorên herêmê xwereyê xuya bike û ji bo îşaretkirina zayendeyî an seksî yê.

Reftar

Xwarin û parêzî

Xwere guhandarekî goştxwer, laşxwer (ku candekên lawirên mirî dixwe), hêzdar û pir hov e ku dikane lawirên ji wî girsetir bikuje. Nêçîrên xwereyê ji sîxur, meymûna avî, sihor, mişk, mermût, mişkê zevî, kerguh, gakûvî, gakûviyê bi dûvikê sipî, gakûviyê qantir, mih, karîbo , mûs û êlkan çêdibin.[5]

Pêşangeh

Çavkanî

  1. "wolverine (mammal) – Britannica Online Encyclopedia". Britannica.com. Retrieved 2010-10-04.
  2. Maurice Burton; Robert Burton (1970). [http://books.google.com/books? id=SOuIwf9ctK0C&pg=PA2959 The international wildlife encyclopedia] Check |url= value (help). Marshall Cavendish. pp. 2959–. ISBN 978-0-7614-7266-7. Retrieved 16 September 2011. Missing pipe in: |url= (help); line feed character in |url= at position 31 (help); line feed character in |publisher= at position 9 (help)
  3. "Gulo gulo – The American Society of Mammalogists" (PDF). smith.edu. Retrieved 2011-09-23. line feed character in |title= at position 16 (help)
  4. [http://www.pbs.org/wnet/nature/episodes/wolverine-chasing-the-phantom/wolverinefacts/ 6049/ Wolverine: Chasing the Phantom. Wolverine Facts]. pbs.org
  5. Gulo gulo (wolverine), Animal Diversity Web

lisenssi
cc-by-sa-3.0
tekijänoikeus
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê
alkuperäinen
käy lähteessä
kumppanisivusto
wikipedia emerging languages

Xwere: Brief Summary ( Kurdi )

tarjonnut wikipedia emerging languages

Xwere an wolverîn (Gulo), cinsekî kûzeyan e. Ji vî cinsî cureyekî tenê , xwereyê Amerîkayê (Gulo gulo) û du binecureyan hene. Xwere wek hirçên biçûk xuya dike bêtir ji kûzeyan.

lisenssi
cc-by-sa-3.0
tekijänoikeus
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê
alkuperäinen
käy lähteessä
kumppanisivusto
wikipedia emerging languages