dcsimg
Alstroemeria psittacina Lehm.的圖片
Life » » Archaeplastida » » 木蘭綱 »

六出花科

Alstroemeriaceae

Famîleya sosinên Înka ( 庫德語 )

由wikipedia emerging languages提供
 src=
Alstroemeria aurea

Famîleya sosinên Înka (Alstroemeriaceae) navê famîleyeke riwekan e, di desteya sosiweran (sosinkî) Lilialesê de cih digire. Du şax, çar cins (celeb), 170 cureyên vê malbatê hene.

Ji ber ku bi vedîtina parzemîna Amerîkayê re gelek cureyên wê derbasê Ewropa bûne, hin riweknasan bi navê Înka bi nav kirine. Hin cureyên vê malbatê, ketine xetereya tunebûnê. Li Kurdistanê kîjan cureyên wê tên naskirin an çandin ne diyar e.

Sîstematîka sosinên Înka

Barthélemy Charles Joseph Dumortier sala 1829'ê famîleya Alstroemeriaceae wekî binekomekê „Iridarieae“ tomar kiriye. Bi Alstroemeria salsilla sala 1762'yê, cinsê Alstroemeria ji aliyê Carl von Linné ve di bin navê Planta Alströmeria hatiye rêzkirin û ji bo bîranîna Claus Alstroemer (1736–1794), navê wê di riweknasiyê de Alstroemeriaceae maye.

Du şax û çar cinsên îro hene û winda nebûne, ev in:

  • Şaxa Alstroemerieae Bernhardi: Du cins 165 cureyên vê şaxê hene û di deh salên dawiyê de hebûna wan jî ketiye xetereyê:
    • Sosina Înka (Alstroemeria L.): Bi qasî 65 cureyan.
    • Bomarea (Bomarea Mirb.): Bi qasî 100 heya 110 cureyan.
  • Şaxa Luzuriageae Bentham & Hooker (Syn.: Luzuriagaceae Lotsy): Du celebên wê hene:
    • Drymophila R.Br.: Mit zwei Arten.
    • Luzuriaga Ruiz & Pav. (Syn.: Enargea Banks ex Gaertn.): Sê cureyên xwe hene.
許可
cc-by-sa-3.0
版權
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê
原始內容
參訪來源
合作夥伴網站
wikipedia emerging languages

Famîleya sosinên Înka: Brief Summary ( 庫德語 )

由wikipedia emerging languages提供
 src= Alstroemeria aurea