dcsimg

Garanîk ( 庫德語 )

由wikipedia emerging languages提供

Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrixne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.

Şayes

 src=
Garanîk

Garanîk nêzî 50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.

Reftar û jîngeh

Hindek caran li ser pişta çêl û gamêşan dadide, wan mêş û mûran dixwe yên taloqî wan dibin. Wekî şaqaviyên din hind naçe di avê de xwarina wî xişoke û beqên biçûk in.

Pirbûn

 src=
Hêka Bubulcus ibis

Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran hêlînan çêdikin; 4-5 hêkên rengesmanî dike.

Belavbûn

Li Kurdistanê behra pitir payîzan û biharan dihê dîtin. Li bakurê û nîveka Afrîkayê û li Portûgalê û başûrê Spanyayê û li Sûriyê û başûrê Îraqê û li Erebistanê û devera Deryaya Qezwîn û bakurê Îranê û Deryaya Reş têjikan tîne derê.

Pêşangeh

Çavkanî

-Îsmaîl Taha Şahîn]] (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).

  • Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nın Kuşları (Kuzey Afrika ve Orta doğu dahil). Türkiye Doğal Hayatı Kuruma Derneği, Stenbol. ISBN 975 94098 28
  • D. îzolî (2007). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Deng, Amed.
  • R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.

許可
cc-by-sa-3.0
版權
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê
原始內容
參訪來源
合作夥伴網站
wikipedia emerging languages

Garanîk: Brief Summary ( 庫德語 )

由wikipedia emerging languages提供

Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrixne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.

許可
cc-by-sa-3.0
版權
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê
原始內容
參訪來源
合作夥伴網站
wikipedia emerging languages