Hulîçal an bazê zerik (Circus macrourus), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e.
Hulîçal li herêmên başûrê rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn (weke li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê)[1] ferx û hêlîn dike, lê li Hindistan û li başûr-rojhilatê Asyayê zivistanê derbas dike. Hulîçal li çolên ziwa û zeviyên vekirî dijî.
Dirêjiya hulîçalê di navbera 40-48 cm û tevî baskan di navbera 95-120 cm. Giraniya hulîçalên nêr nêzî 315 g û ya mê nêzî 445 g e. Hulîçalê mê ji yê nêr girs û girantir e. Rengê beşê banî yê hulîçalê nêr gewrê vekirî an gewrê sipî ye û sipî li binê wê ye. Rengê mê qehweyî teve sipî li beşên banî ji laşê wê û ser dûvikan. Baskên hulîçal dirûj in bi serikên reş.
Hulîçal nêçîra guhandarên biçûk, qirtîş û çûkan dikin.
Hêlînên hulîçalan li ser erdê tên çêkirin û hulîçalên mê ji çar heta şeş hêkên spî dikin.
Forsman, Dick (1995) Field identification of female and juvenile Montagu's and Pallid Harriers Dutch Birding 17(2): 41-54
|accessdate=
(help) Hulîçal an bazê zerik (Circus macrourus), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e.