Gulberojk , gula berbiro, veraroj[1] an jî gula berberoj riwekeke gulan e û ji famîleya beybûnan tê hesibandin.
Bejna wê 1- 3 mitroyan bi tîrane li ser navtengekê bilind dibe. Li serê gupikê gulek mezin bi qasî firaxekê ku firehiya wê di navbera 10- 40 cm diguhere çêdibe. Ew gul, roj bi kîjan alî ve bizîvire ew jî bi wî alî ve dizivire. Lewre jê re gulberoj tê gotin.
Belgên wê keskên tarî û rimane ne. Kulîlkên wê zer in, di nava kulîlkan de navikek heye ew navik ji dendikan dagirtî ye û rengê dendikan gewr û reş û spî ne. Di nava dendikê de kakilek heye. Ew kakil di fabrîqan de tê dewisandin, rûnek jê tê derxistin û jê re dibêjin rûnê gulberojê. Dendikên wê jî wek çerez tên xwarin. Ji gulberojê çay, tentûr, dermanên xweristî û ji bo xwarin, selete û masajan rûn tê çêkirin.
Gulberojk , gula berbiro, veraroj an jî gula berberoj riwekeke gulan e û ji famîleya beybûnan tê hesibandin.