dcsimg

Kobrayê çolê ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages
 src=
Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia0

Kobryê çolê (Walterinnesia), cinsek marên jehrî ji famîleya marên mertalê an Elapidae.[1]

Şayes

Dirêjiya kobrayê çolê derdorî 0.5 m, lê carinan digihîje 1.3 m.

Belavbûna erdnîgarî

Kobrayê çolê xweciyê Rojhilata Navîn e. Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia) li welatên Misr, Libnan, Urdun, Îsraîl û bakur-rojavayê Erebistanê Siyûdî têne dîtin. Belkî li rojavayê Sûrî werê dîtin. Heger li hinek deverên Kurdistanê li Tirkiye hebe.[2]

Jîngeh

Kobrayê çolê li gelek cureyên baybanan dijîn. Kobrayê çolê nêzî warên mirovan têne dîtin bi taybetî li cotegehan.

Reftar

Kobrayê çolê çalakgera şevê ye. Kobrayê çolê dikane nêçîra xwe bi hêza jehrê bikuje.

Parêzî

Kobrayê çolê dikane qirtîş, apik, sûsmar, marên din, beqê axê,mişk û balindeyan bixwe.Kobraya çolê carinan cendekê mirî dixwe.

Jehr

Cinsê kobrayê çolê gelek jehrî ye. Binepelika (LD50) ji bo jehrê ya cureyê W. aegyptia qasî 0.4 mg/kg. Ji bo berhevdanînê, binepelika Kobrayê Hindê (naja naja) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.80 mg/kg,lê Binepelika Kobrayê saqodar (naja nivea) ango (LD50) ji bo jehrê, qasî 0.72 mg/kg. Ev sedema xurtbûna jehrê kobrayê çolê ye.[3]

Çavkanî

  1. ITIS (Desert Black Snake)
  2. Ugurtas I. H., Papenfuss T. J., and Orlov N. L. (2001), New record of Walterinnesia aegyptia Lataste, 1887 (Ophidia: Elapidae: Bungarinae) in Turkey,” Russian Journal of Herpetology, 8: 239 – 245
  3. LD50 Menu

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê

Kobrayê çolê: Brief Summary ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages
 src= Kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia0

Kobryê çolê (Walterinnesia), cinsek marên jehrî ji famîleya marên mertalê an Elapidae.

license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê