dcsimg

Botav ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Botav (bi latînî: Hypericum) giyayek bi kulîlk e, jibo heywanan jahr lê jibo mirovan şifayê dibarîne. Gelek navên wê yên din jî hene. Bi kurdî wek batovk, bahtov, sûrinc, nûjdar jî tê nasîn. Bi tirkî kantaron, kizilcirik, binbir delik, koyun kiran dibêjin. Li dinê nêzîkî 70 cûreyên wê hene. Rengên kulîlkên wê zer, sor, û binevşî (mor) ketûmat jî spî ne[1].

Ciyê vî giyayê di çanda bêrîvaniyê de gelek girîng e. Vî giyaya di nava avê dihê kelandin û eyarê bizinan yê ku ji pûrta xwe hatiye qeşartin dihê xistin nav vê avê. Çend rojan vî eyarî di nav de dihêlin ji bo ew tehma tahl jê here ku nekeve nav xwarinan. Ev eyar paşî dibe meşk.

Çavkanî

  1. Bavê Jîndar: Dermanxana xweristê, Lotikxane.com, 7/2008
license
cc-by-sa-3.0
copyright
Nivîskar û edîtorên Wikipedia-ê

Botav: Brief Summary ( Kurdish )

provided by wikipedia emerging languages

Botav (bi latînî: Hypericum) giyayek bi kulîlk e, jibo heywanan jahr lê jibo mirovan şifayê dibarîne. Gelek navên wê yên din jî hene. Bi kurdî wek batovk, bahtov, sûrinc, nûjdar jî tê nasîn. Bi tirkî kantaron, kizilcirik, binbir delik, koyun kiran dibêjin. Li dinê nêzîkî 70 cûreyên wê hene. Rengên kulîlkên wê zer, sor, û binevşî (mor) ketûmat jî spî ne.