Ebûr, çivîka Spanyayê yan çûkê koçerî (navê latînî: Passer hispaniolensis; navê îngilîzî: Spanish sparrow), cureyekî çivîkên Cîhanê Kevn (Passer) an beytikan e.
Li dervî avahiyan li nav zadan û li gezik û dirikên beravan dijî.
Bi bilindbûna qama xwe 12-14 cm, tevlî bazikên vekirî bi firehbûna xwe 20-22 cm û bi graniya xwe 20-25 gram e. Di navbera 4-8 hêkan dike û 12 rojan qurp dimîne.
Bi bizir an dendik û bi kêzikan xwedî dibe. Rengê serê nêrên wan qehwe, sênga wan reş û bin zikê wan spiyê deq deqî ye. Mêyên wan dişibitên mêya beytika navgundî. Lê ji wan girstir, nikulên wan kalindtir e û dibin zikên wan de deqên kahl he ne.
Ebûr, çivîka Spanyayê yan çûkê koçerî (navê latînî: Passer hispaniolensis; navê îngilîzî: Spanish sparrow), cureyekî çivîkên Cîhanê Kevn (Passer) an beytikan e.