Mirîşka zelkav, mirîşka avî an jî mirîşka zilek (bi latînî: Gallinula chloropus) cureyekî mirîşkên avî (Rallidae) ye.
Çûkekî gewdreş û nikulsor û zer e. Ciwanên wan rengvekirî ye, rengê gewdê ciwanan qehweyî, rengê nikulê wan reş e.
Li nav zilên golan, çeman yan jî li nav yên çiravan dijî. Bi giya, serik û bizirên zilan, bi kêzên nerm yên navavî, kurmik û çêçikên beqan xwedî dibin.
Di navbêhna gulan û tîrmehê de hêkan dikin û qurp dikevin. Di dema qurpketinê de di hêlînê de di navbera 7 û 10 hêk he ne. Qurpikî 17-22 roj didome û dîk û mirîşk bi dorê li ser hêkan rûdinên. Çêçik bi giştî reş in, tenê nikulên wan zer e.
Li peravên çemê Dîcle bi hezaran dijîn.
Mirîşka zelkav, mirîşka avî an jî mirîşka zilek (bi latînî: Gallinula chloropus) cureyekî mirîşkên avî (Rallidae) ye.