Kobrayê Hindistanê yan kobrayê çavikî (Naja naja), cureyekî marê mertal (Elapidae) ê ji cinsê kobrayan (Naja) ye ku li Hindistanê dijî.
Li ser piştê kumika kobrayê Hindistanê du nexşên çemberî hene ku bi xêzekî badok girêdayî ne. Şêweya van her du nexşan wêneya çavikan tîne balên me. Dirêjiya kobrayê Hindistanê derdorî 1,9 m, lê carinan digihîje 2,4 m. Kumika kobrayê Hindistanê, ew taybetmendiya mûmeyeztir kelijdartir e, ku pan dibe û bi alîkariya hildandina pêşiya laşê xwe dema ku dikeve bin herrêşiyê.[2] Nexşê çavkên kumika kobrayê tê guherîn dema ku rengê giştî yê marê tên guherîn.[3]
Kobrayê Hindistanê li Hindê, Nepal, Pakistan, Bengal û Srî Lankayê dijî ye. Kobrayê Hindistanê li deştan, zeviyên vekirî, dehlan,û li ciyên ku mirovan lê dagirtî ne tê dîtin.[4]
Kobrayê Hindistanê kojer, beq, beqê axê, çûk û marên din dixwe. Kobrayê Hindistanê nêzî herêm û warên mirovan dibe bi sedema parêzî û xwarina cirdonan.
Kobrayê mê ji 10-30 hêkan di nav mehên avrêl û tîrmeh dike. Kobrayê mê hêkan di kunên cirdonan û moristanan vedişêre, ku piştî 49-67 rojan ji van hêkan ji qalikên xwe derkevin.
Jehra Kobrayê Hindistanê ji neurotoksîn an jehra rehî û kardiyotoksîn an jehra dil çêdibe. Jehra kobrayê Hindistanê li kunên rehan dixebitîne û masûlk an parxûneyên laşê kût dike. Gezên dijwar dibe sedema bihinçûnê an dil girtin. Eger berjengên bandora jehran aşkere bibe di nav 15 xuleyan û 2 demjimêran piştî gezê kobrayê. Mêjerê navçe ji jehrê kobrayê ku di her gez da derdikeve qasî 169-250 mg. Bi rastî, mêjerekî hindik ji vê jehra kujer e, heke derziyên dijî jehran tine bin[5].
Kobrayê Hindistanê yan kobrayê çavikî (Naja naja), cureyekî marê mertal (Elapidae) ê ji cinsê kobrayan (Naja) ye ku li Hindistanê dijî.